Serok Barzanî: Rojnameya Xebat di bergirîkirina destkeftên neteweyî de roleke xwe ya pêşengane heye
"Her dem mînbereke resen a gihandina peyama rasteqîne û aştîxwaziya gelê me bûye."
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 63 saliya Rojnameya Xebat, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rojnameyê kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêzan, sernivîskar û rojnamevan û karmendên Rojnameya Xebat
Bi helkefta bîranîna şêst û sê saliya bi eşkere derçûna Rojnameya Xebat germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên ezîz dikim û hêviya berdewamî û pêşketinê ji bo we dixwazim.
Di dîroka tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de, Rojnameya Xebat her dem mînbereke resen a gihandina peyama rasteqîne û aştîxwaziya gelê me bûye û heta niha jî ev rojname di bergirîkirina destkeftên neteweyî û niştimaniyan de roleke xwe ya pêşengane heye û pîşeyiyane pêgirê yasa û karê rojnamevaniyê bûye.
Rojnameya Xebat di rêza pêş de ye û herdem rastgoyane li ser bilind kirina asta hişyariya neteweyî û pêkvejiyanê kar kiriye.
Di salvegera bi eşkere derçûna Rojnameya Xebat de, ez destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
04.04.2022