Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Kurdistan wek penagehekê dimîne
Kurdistan wek penagehek ji bo hemû wan kesan dimîne, ku ji destê tundî û çewsandinê direvin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, îro Kurdistan wek penagehek ji bo hemû wan kesan dimîne, ku ji destê tundî û çewsandinê direvin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Di rojeke weke îro de, di sala 1991ê de hevbeşên me hevpeymaniyeke navdewletî û erkê herî mezin ê mirovî pêk anîn, da ku rêgirî li jenosîda zêdetir li dijî gelê me bikin.”
Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Îro Kurdistan wek penagehek ji bo hemû wan kesan dimîne, ku ji destê tundî û çewsandiyê direvin û berê xwe didin Kurdistanê.”
On this day in 1991, our partners galvanized an international coalition and the biggest humanitarian mission to prevent further genocide of our people.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) April 5, 2022
Today Kurdistan remains a sanctuary for anyone fleeing violence and persecution. pic.twitter.com/1mS2MljSZQ