Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî

Di êrîşa çekdarî de 1 jê bi giranî 3 kes birîndar bûn.

Diyarbekir (K24) - Li navçeya Kayapinarê ser bi parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, di êrîşeke çekdarî de 1 jê bi giranî 3 kes birîndar bûn.

Li Kolana Mahabad a Kayapinarê, hinek kes bi otomobîlê çûn pêş çayxaneyekê û teqe lê kirin. Di encama êrîşê de 1 jê bi giranî 3 kes birîndar bûn. Êrîşkar bi otombîlê ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Her 3 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Polîs ji bo desteserkirina êrîşkaran xebat da destpêkirin.