Encûmena Wezîran biryara çaksaziya di mûçe û dermale de gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6ê Nîsana 2022an civîna xwe ya heftena bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî encam dide.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de çend pirsên girîng tên gotûbêjkirin. Her wiha kurteyek derbarê encamên beşdariya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di her du korbendên cîhanî yên enerjiyê li Îmarata Erebî û civînên li perawîza wan korbendan hatine kirin de tê pêşkêşkirin.

Di beşeke din a civînê de, taybet dibe bi pêşkêşkirina komnivîsên civînên wezaret û aliyên pêwendîdar ên taybet ji bo rûbirûbûna ziyanên aborî yên çaverênekirî yên şerê Rûsya û Ukraynayê.

Her di wê civînê de, guftûgo li ser reşnivîsa (perojeyasaya piştevaniya awarte ya ewlehiyê xwarekê û geşepêdanê) ya ji aliyê Encûmena Wezîran ve arasteyî Encûmena Nûneran a Iraqê bûye tê kirin. Di heman demê de jî, guftûgo li ser babeta reşnivîsa pojeyasaya budceya Iraqa Federal bo sala darayî 2022 tê kirin.

Di beşa dawiyê ya civînê de, encamên biryara Encûmena Wezîran a derbarê çaksaziya di mûçem dermale, bexşîn û xaneşînê li Herêma Kurdistanê tên pêşkêşkirin.