Li Şama di teqînekê de 2 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şamê, Paytexta Sûriyê bombeyek bi otomobîlekê de teqiya û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihand, îro Çarşemê li taxa Mezê ya Şamê, bombeyeke çandî di otomobîleke taybet teqiya.
Ajansê dazanîn, di encama teqînê de 2 sivîl birîndar bûn û ew ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Heta niha sedema teqînê û nasnameya xwediyê otomobîlê nehatiye zanîn.