Putin: Ez ê bêm lê bi şert
erokwezîrê Macaristanê (Hungary) Viktor Orban ku hevalê Serokê Rûsyayê ye, bi rêya telefonê bi Vladimir Putin re axiviye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Macaristanê (Hungary) Viktor Orban ku hevalê Serokê Rûsyayê ye, bi rêya telefonê bi Vladimir Putin re axiviye û jê daxwaz kiriye ku demildest şerê li Ukraynayê rawestîne û ligel serkirdeyên Fransa, Ukrayna û Almanyayê bicive.
Viktor Orban ji Vladimir Putin daxwaz kiriye ku bilez serdana Budapeşte bike ji bo gotûbêjkirina ligel serkirdeyên Ukrayna, Fransa û Almanyayê. Putin di bersiva xwe de diyar kiriye: “Ez ê bêm lê bi şert.”
Beriya niha Serokwezîrê Macaristanê ragihandibû: “Şerê Ukraynayê şerê me nîne, em ne çek û ne jî serbazan naşînin Ukraynayê û em rê nadin alîkariyên serbazî bi welatê me bigihîje Ukraynayê.”
Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û zêdetirî mehekê ye şer û pevçûna di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.