Mamosteyeke Kurd li Umreyê jiyana xwe ji dest da

Welatiyeke Kurd ku xelkê bajarokê Ranya ye, li Umreyê piştî nexweşketinê, li nexweşxaneyeke Erebistana Siûdî jiyana xwe ji dest da.

Hewlêr (K24) – Welatiyeke Kurd ku xelkê bajarokê Ranya ye, li Umreyê piştî nexweşketinê, li nexweşxaneyeke Erebistana Siûdî jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê yê li Ranyayê, mamosteke Kurd a bi navê Fatima Hesen Umer çend roj berê ji bi bicihanîna îbadeta Umreyê ligel hevjînê xwe serdana Erebistana Siûdî kiribû.

Peyamnêrê K24ê ragihand, mamoste Fatima Hesen Umer dayîka du zarokan e, li gor gotina malbata wî, beriya geşta Umreyê bike, hinek nexweş bûye, beriya du rojan tendirustiya wî têk çûye û îro li nexweşxaneyeke Erebistana Siûdî jiyana xwe ji dest daye.

Mamoste Fatima Hesen Umer