Li navçeyeke Hewlêrê çend mûşek ketin xwarê

Li Hewlêrê hejmarek katyûşa di navbera Kewirgosik û nahiya Rizgarî de ketin xwarê.

Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê sê mûşek di navbera Kewirgosk û nahiya Rizgarî de ketin xwarê.

Li gor zanyariyên destpêkê, ji ber mûşekan ziyan negihîştiye ti kesî.

Li ser vê mijarê, Qaymeqamê Navçeya Xebat Kiwêstan Ehmed ji K24ê re ragihand; vê êvarê 6ê Nîsana 2022yan dengê çend teqînan li nêzîkî Kewirgosk hatin bihîstin.

Kiwêstan Ehmed eşkere kir, tîmên ewlehiyê berê xwe dane cihê bûyerê û dest bi lêkolînê dikin.

Dije Terora Kurdistanê jî di daxuyaniyeke xwe de jêdera arastekirina sê mûşekan bo Kewirgoskê eşkere kir.

Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de hat ragihandin, sê mûşek ji derdora Hemdaniye ji mîhwera Xazirê arasteyî bajarê Hewlêrê hatin kirin.

Herwiha eşkere kir, li gor zanyariyan, mûşek li nêzîkî komelgeha Kewirgosk û Zêya Mezin, li nêzîkî rafîneriya petrolê ketine xwarê û ti ziyanên canî û maddî derneketine holê.