Obama: Putin gelek guheriye

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ragihand: “Putinê ku niha ez dibînim, ne weke wî kesî ye ku min di serdema serokatiya Amerîkayê de dîtibû.”

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama
Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ragihand: “Putinê ku niha ez dibînim, ne weke wî kesî ye ku min di serdema serokatiya Amerîkayê de dîtibû.”

Barack Obama ji kovara The Atlantic re li ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandiye: “Min pêşbîniya wê yekê nedikir ku ew kesê, min pênc sal pê re xebitiye, niha ketiye nav şerekî xwînavî û karesat dirust kiriye.”

Obama diyar kir: “Beriya pênc salan, min pêşbîniya wê yekê nekir ku Putin wisa êrîşî Ukraynayê bike.”

Herwiha destnîşan kir: “Kiryarên Putin bûne gef li ser demokrasiyê, pêşeroja mirovahiyê di bin gefê de ye.”

Li aliyê din, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jî li ser Putin ragihand: “Beriya şerê Ukraynayê, min wisa bawer dikir ku Putin dê ligel Ukraynayê gotûbêjan bike, dema min dît hêzê dişîne ser sînorê Ukraynayê, ev nêrîn li cem min çêbû ku zîrekane gotûbêjê dike, piştre dema Putin şer ragihand, ez mat mam.”

Donald Trump dibêje: “Putin gelek guheriye, ji ber vê cîhan jî gelek guherî.”