Cihê ketina yek ji wan sê mûşekan hat dîtin
Hêzên Ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê cihê yek ji wan sê mûşekên katyûşa dît.
Hewlêr (K24) – Hêzên Ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê cihê yek ji wan sê mûşekên katyûşa dît, ku ji aliyê komên milîs ve ji Hemdaniye arasteyî sînorê navçeya Xebat hatin kirin.
Tîma Kurdistan24ê tevî hêzên ewlehiyê çû cihê ketina sê mûşekên katyûşa, ku di navbera navçeya Xebat û komelgeha Kewirgosk û Rizgarî de ketin xwarê.
Hêzên ewlehiyê piştî lêgerîna gelek cihan, yek ji wan sê mûşekan dît, lê belê cihên du mûşekên din, nehatin dîtin.
Yek ji wan mûşekan li zeviyê çandiniyê yê cotkarekî bi navê Helmet Gayinceyî ketiye xwarê û ew cotkar vê şevê li mala xwe bûye û dengekî mezin bihîstiye, jê re gotine mûşekek li zeviyê wî ketiye xwarê, lê ti ziyaneke canî û maddî derneketiye holê.
Mûşeka katyûşa zeviyê cotkar du metre kûr kiriye û piştre teqiyaye.
Fermandarê Fewca Sê ya Lîwaya Yek a Gaz û Petrolê Heme Rîşe ji K24ê re ragihand, komên milîs sûd ji valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de werdigrin. Herwiha daxwaz kir ku hikûmeta Iraqê derbarê milîsan de lêpirsînê bike.
Her sê mûşek li nav deşt û cihên çandiniyê ketine xwarê û ti ziyan derneketiye holê.
Şeva borî komên milîs careke din ji sînorê Hemdaniye sê mûşekên katyûşa arasteyî bajarê Hewlêrê kirin. Mûşek li nêzîkî komelgeha Kewirgosk û Zêya Mezin, li nêzîkî rafîneriya petrolê ketin xwarê.