PDK: Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman xebatên xwe didomîne

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên ragihand, mebesta pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, veguhestina Iraqê ye bo qonaxeke din.

Hewlêr (K24) – Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên ragihand, mebesta pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, veguhestina Iraqê ye bo qonaxeke din.

Elî Husên ji K24ê re li ser mebesta pêkanîna Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman eşkere kir, mebesta pêkanîna wê, bi rêya pêkanîna hikûmeteke piranî ya niştimanî, veguhestina Iraqê ye bo qonaxeke din, çimkî kabîneyên berê yên hikûmeta Iraqê nekarîne li asta çaverêkirî û daxwazên gelê Iraqê be.

Endamê Serkirdetiya PDKê Elî Husên destnîşan kir, Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman weke xwe maye û ji bo derbaskirina astengiyan dixebite.

Ji ber neyartiya aliyên Şîe yên li nav Çarçoveya Hemahengiyê, Hevpeymaniya Sedir û PDK û Sunnî, ji bo pêkanîna hikûmetê, 40 roj dem dane aliyên Çarçoveya Hemahengiyê.