Amerîkayê sizayên nû bi ser Rûsyayê de sepandin

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihand, 8 kes û 30 hebûnên din ên Rûsyayê hatine sizadan.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê
Wezareta Gencîne ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Gencîne ya Amerîkayê ragihand, 8 kes û 30 hebûnên din ên Rûsyayê hatine sizadan.

Ji destpêka şerê Ukraynayê ve, Amerîkayê rêya sizadana Rûsyayê girtiye ber xwe.

Wezareta Gencîne ya Amerîkayê eşkere kir, ew ê bazneya sizayan berfirehtir bibin û sizayên din jî bisepînin.

Sizayên vê carê di warê çêkirina keştiyan de ne û Amerîka dixwaze sektora pîşesaziya keştiyan a Rûsyayê xera bike.

Kesên ku hatine sizadan jî, du kesên navdar ên warê birêvebirina saziya çêkirina keştiyan a Rûsyayê ne.