Rûsya ji bakurê Ukraynayê bi temamî vekişiya

Îstixbarata Brîtanyayê eşkere dike, artêşa Rûsyayê ji bakurê Ukraynayê bi temamî vekişiyaye.

Artêşa Rûsyayê
Artêşa Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Di ser şerê Ukraynayê re 44 roj derbas dibin, îstixbarata Brîtanyayê eşkere dike, artêşa Rûsyayê ji bakurê Ukraynayê bi temamî vekişiyaye.

Îstixbarata Brîtanyayê ragihand, temamê hêzên Rûsî li bakurê Ukraynayê ber bi Belarus û Rûsyayê vekişiyane.

Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û zêdetirî 43 roj in şer û pevçûna  di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.

Operasyona serbazî ya Rûsyayê li axa Ukraynayê karvedaneke navdewletî li pey xwe anî û hejmarek welatan sizayên aborî û darayî yên giran bi ser Moskowê de sepandin.