Rûsyayê êrîşî îstasyona trênê kir

Îro Rûsyayê li Kramatorsk a ser Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê êrîşî îstasyona trênê kir, di êrîşa esmanî de 30 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Rûsyayê li Kramatorsk a ser Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê êrîşî îstasyona trênê kir, di êrîşa esmanî de 30 kes hatin kuştin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku rayedarên Ukraynayê diyar kirin, îro Rûsyayê êrîşeke esmanî ya li dijî stasyona trenê ya li bajarê Kramatorsk li rojhilatê Donetskê pêk aniye ku ji bo rêkirina sivîlan dihate bikaranîn.

Rayedarên Ukraynayê anîne ziman, “Du roket li îstasyona trenê ya Kramatorskê ketin. Zêdeyî 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne.”

Reutersê jî diyar kir ku ew nikarin van agahiyan piştrast bikin.

Parêzgarê Donetskê jî diyar kir, êrîşa li îstasyona trênê, dema sivîl ji bajêr dihatin derxistin, pêk hatiye.

BBC jî ji rayedarên Ukrayanyê ragihandiye ku mûşekên Rûsî li îstasyona trenê ya bajarê Kramatorskê li herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê ketine û di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.