Berdevkê Kremlînê: Kuştina hejmareke zêde ya serbazên me trajediyeke mezin e
Rûsyayê piştrast dike ku hejmareke zêde ya serbazên wan li Ukraynayê hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov ragihand, hejmareke zêde ya serbazên wan di şerê Ukraynayê de hatine kuştin. Ev cara yekemîn e ku berpirsekî payebilind ê Rûsyayê piştrast dike ku hejmareke zêde ya serbazên wan li Ukraynayê hatine kuştin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di hevdîtineke televizyonî de ligel kanala Sky News di bersiva pirseke derbarê hejmara kuştiyên artêşa Rûsyayê li Ukraynayê got, “Belê, hejmareke zêde ya serbazên me hatin kuştin, ev jî trajediyeke mezin e ji bo Rûsyayê.”
Dmitry Peskov anî ziman, “Hêzên Rûsyayê niha hem ji Kîev hem jî Çernihevê vekişiyane, ev yek niyetpakiya Rûsyayê nîşan dide di dema hevdîtinên şandên Rûsya û Ukraynayê de.”
Lê belê rayedarên Ukraynayê di serî de jî Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ji vekişîna hêzên Rûsyayê ya ji derdora Kîevê bi guman in û ew dibêjin Rûsya dixwaze êrîşên xwe yên li ser Donbasê dijwartir bike.
Ji 24ê Sibat a roja destpêka êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê, ev cara yekemîn e ku rayedarekî payebilind ê Rûsyayê bi awayekî zelal zirara serbazî ya welatê xwe qebûl dike û wek trajediyeke mezin bi nav dike.