Li Hewlêrê ji ber tozbarînê 222 kesan serdana nexweşxaneyan kirin
Wezareta Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê bang li welatiyan kir ku eger ne ji bo karekî neçarî be, ji malên xwe dernekevin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke tozbarînê ji duhî Pênşemê ve bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye û tenê li Hewlêrê 222 kes ji ber bihntengbûnê ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê diyar kir, ji duhî ve 222 kes ji bo nexweşxaneyên hawarhatinê hatine birin.
Gelek kesên ku li Hewlêrê ji ber tozbarînê rakiribûn nexweşxaneyê, piştî dermankirina bingehîn bo malê hatin şandin.
Bijîşkê Nexweşxaneya Hawarhatinê ya rojavaya Hewlêrê Mihemed Cemîl diyar kir, piraniya kesên ku hatine nexweşxaneyan, berê nexweşî û kêşeyên wan ên di sînd de hebû, yan jî ewên ku cuxarekêş bûn.
Derbarê pêla tozbarînê de, îro Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî bang li welatiyan kir ku eger ne ji bo karekî neçarî be, ji malên xwe dernekevin û eger derketin jî, bila maskan bi kar bînin.
Berzincî eşkere kir, toz û xwelî bandor li ser bêhndana mirovan dike, bi taybetî li kesên nexweş.