Yekîtiya Ewropayê piştevaniya xwe ya darayî bo Ukraynayê zêde dike
Bi qasî yek milyar Euro ji bo artêşa Ukraynayê terxan kiriye û pêşniyar kiriye ku 500 milyon Euroyên din jî rizamendî li ser were dayîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê bi qasî yek milyar Euro ji bo artêşa Ukraynayê terxan kiriye û pêşniyar kiriye ku 500 milyon Euroyên din jî rizamendî li ser were dayîn.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê bi qasî milyarek Euro ji bo artêşa Ukraynayê terxan kirine.
Ursula von der Leyen diyar kiriye, pêşniyara terxankirina bi qasî 500 milyon Euroyên din kiriye ji bo piştevaniya artêşa Ukraynayê, ku niha pêşniyar di qonaxa gotûbêjkirinê de ye.
Von der Leyen dibêje, gelê Ukraynayê li şûna hemûyan meşaleya aştiyê hilgirtiye û Yekîtiya Ewropayê jî bi amadekirina şeşem pakêta sepandina sizayan bi ser Rûsyayê de, mijûl e.