Serok Barzanî sersaxî da Riyaz Sarî Kehye

"Pirse û sersaxiyê arasteyî cenabê we û malbat û kesûkarên we dikim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim."

Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî da Riyaz Sarî Kehye û ragihand, pirse û sersaxiyê arasteyî cenabê we û malbat û kesûkarên we dikim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Riyaz Sarî Kehye

Bi xemgîniyeke mezin, agahiya koça dawî ya birayê we Kak Ziyad Sarî Kehye gihîşte min.

Pirse û sersaxiyê arasteyî cenabê we û malbat û kesûkarên we dikim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim.

Ji Xwedayê mezin daxwazkar im, ruhê birayê we yê rehmetî bi bihişta berîn şad bike, sebr û aramiyê bibexşîne we û kesûkarên we.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem Xweda)

Mesûd Barzanî

9ê Nîsana 2022yan