Di danasîna Mizgefta Mezin a Diyarbekirê de zimanê Kurdî nehat bikaranîn
Diyarbekir (K24) – Rêvebiriya Karûbarên Olî ya Tirkiyê, bi 4 zimanan danasîna Mizgefta Mezin a Diyarbekirê amade kiriye. Lê li ser bîlbordên ku danasîna mizgeftê bi Tirkî, Rûsî, Îngilîzî û Erebî hatiye kirin de Kurdî nîn e. Piştî ku bîlbord hatin danîn û danasîna wan hat kirin, ji aliyê raya giştî ya bajarê Diyarbekirê ve bertek hatin nîşandan û nebûyîna bi Kurdî wek kêmasî û tawan hat destnîşan kirin.
Piştî ku bertek û nerazîbûn hatin nîşan dan, Endamê Rêvebiriya Navendî yê Partiya Dad û Geşepêdanê Akpartiyê Abdûrrahman Kûrt li ser hejmara xwe yê medya civakî ragiahnd ku wan daxwazname daye Rêvebiriya Karûbarên Olî da ku li danasînê Kurdî jî bê zêde kirin û xutbeyên li Mizgeftan jî bi Kurdî bên xwendin.
Hêjayî gotinê ye ku sûrên Diyarbekirê û berhemên di nav de, ji bo zêdekirina geşt û geştiyarîya Diyabekirê girîng tên nirxandin û Mizgefta Mezin ya Dirokî ku beriya îslamê jî mazûvaniya ol û baweriyan kiriye jî xaleke girîng e ku geştiyar serdana wê dikin.
