Teqînek li kargeheke hesin li Silêmaniyê de rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Silêmaniyê teqînek di kargeheke hesin de rû da û di encamê de hejmarek karker birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, teqînek li kargeheke hesin li navçeya Tencero rû da û di encamê de 13 karker birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Peyamnêrê destnîşan kir, rewşa 3 birîndaran giran e, kesekî jî lingê xwê ji dest daye, 2 birîndarên din jî gewdê wan şewitiye.

Diyar kir jî, tîmên berevaniya şaristanî û hawarhatinê gihîştin cihê bûyerê ji bo vemirandina agir û aliyên pêwendîdar jî dest bi lêkolînkirina sedema teqînê kirin.

Sala borî jî teqîneke din li wê kargehê rû dabû û di encamê de 2 karmendan canê xwe ji dest dan û çend karker jî birîndar bûbûn.