Çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundekî Kerkûkê kir

4 kes hatin kuştin û birîndarkirin û kesek jî hate revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke çekdarên DAIŞê li gundekî Kerkûkê de, 4 kes hatin kuştin û birîndarkirin û kesek jî hate revandin.

Jêderekî ji Polîsa Kerkûkê ji K24ê re ragihand, îro dema fitarê çekdarên êrîşî ser gundê Dakişman kir û di encamê de kesek hat kuştin, kesekî din birîndar bû û kesek jî hate revandin.

Wî jêderî diyar kir jî, çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê gule li hejmarek welatiya reşandin û di encamê de 2 welatî bi giranî birîndar bûn.

Çekdarên DAIŞê demek e sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye dibîne û bi rêya şaneyên razayî êrîş dike ser welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê dike.