Balyozê Ukranya li Enqerê daxwazekê ji Tirkiyê dike

Balyozê Ukrayna li Enqerê Vasîl Bodnar
Balyozê Ukrayna li Enqerê Vasîl Bodnar

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Ukrayna yê li Enqerê daxwaz ji Tirkiye dike, tevlî dorpêçên li ser Rûsya bibe û got, her pêwendiyek bi Rûsya re dibe sedema berdewamiya şer.

Balyozê Ukrayna li Enqerê Vasîl Bodnar bo medya Tirkiye axivî û got, ew rola Tirkiye ji bo navbeynkariyê û aştiyê girîng dibînin, lê dixwazin Tirkiye jî, beşdarî proseya dorpêçên ser Rûsya bibe û pêwendiyên xwe sînordar bike.

Bodnar got, ew ji hemû hevpeymanên xwe re dibêjin, her pêwendiyek bi Rûsya re, dibe sedema berdewamiya şer û pereyên ku welatên rojava ji bo enerjiyê didin Rûsyayê, ji pereyên bo alîkariya didin Ukraynayê pir zêdetir e.

Da zanîn jî, dewlemendên (Olîgark) Rûsî ku piraniya welatan siza danîne ser wan, niha li Tirkiye derfeta kar dibînin û got ku ew ji van pêşhateyan dilgiran in û kompaniyên Tirkiye yên bi Rûsya re kar bikin, êdî nikarin bi Ukrayna re kar bikin.