12 kandîd hevrikiyê di hilbijartinên Serokatiya Fransayê de dikin

Navendên dengdanê îro 80:00 bi dema Parîsê (6 GMT) vebûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dengdêrên Fransî îro Yekşemê dengên xwe di gera yekem a hilbijartinên serokatîyê de didin, ku tê de 12 kandîd hevrikiyê dikin, di nav wan de Emmanuel Macron jî heye.

Navendên dengdanê îro 80:00 bi dema Parîsê (6 GMT) vebûn, di heman demê de jî hin Fransî li welatên derve roja Şemiyê dest bi dengdanê kirin.

Wezareta Navxwe ya Fransa ragihand ku rêjeya beşdariyê di hilbijartinên serokatiyê de nîvro gihîşt ji sedî 25.5 ku ev kêmtir e ji rêjeya ku di hilbijartinên sala 2017an de hatiye tomarkirin (ji sedî 28.5).

Ligel ku rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê li Fransayê zêde bûye, Berdevkê Hikûmeta Fransayê Gabriel Attal berî niha ragihandibû, kesên bi koronayê ketine dê neçar bin ku maskan bi kar bînin, ji bo dengdêrên din jî ne neçarî ye.

Li gor rapirsiyan, di gera yekem a hilbijartinan de, tê pêşbînîkirin, Serokomarê Niha Emmanuel Macron û rastgira tund Marine Le Pen pêşengiya encamên hilbijartinê bikin.

Tê çaverêkirin ku texmînên yekem dê li dora demjimêr 18:00 GMT, piştî girtina hemû navendên dengdanê bêne zanîn.