Li Efrînê parêzgerekî Kurd ji aliyê çekdaran ve hat revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê rêjeya revandina welatiyên Kurd û binpêkirinên mirovî ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, her diçe zêde dibe.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, çekdarên grûpa Semerqend roja 9ê Nîsanê parêzer Mihemed Nûrî Mehmûd ji gundê Kefir Sefrê revand.

Destnîşan kir jî, parêzer Mihemed Nûrî Mehmûd ji bo nahiya Cindirêsê hat birin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.