Li Şirnexê polîsekî bi otomobîla xwe li parêzerekî da
Parêzer di lingên xwe bi giranî birîndar bûye û polîs jî hat binçavkirin
Diyarbekir (K24) – Li Şirnexê polîsekî bi otomobîla xwe li parêzerê Baroya Şirnexê Serkan Karakaş da. Hat zanîn ku Serkan Karakaş ji lingên xwe bi giranî birîndar bûye. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ji Kurdistan24ê re da zanîn ku wî polîsî bi qestî û bi zanebûn li parêzerî daye û niha ew hatiye binçavkirin.
Parêzerê Baroya Şirnexê û Serokê Navenda Mafên Parêzeran Serkan Karakaş îro 10ê Nîsanê dema ji Cizîrê diçû Şirnexê, li ser rê pirsgirêkek di otomobîla wî de rû dide û ew jî otomobîla xwe dikişîne kêleka rê.
Di wê demê de jî polîsekî asayîşa Şirnexê ku xwedî post e bi otomobîla xwe di ber Serkaan Karakaş derbas dibe û paşê disekine û bi otomobîla xwe bi paş ve berdide ser Serkan Karakaş.
Di encama bûyerê de Serkan Karakaş di navbera 2 otomobîlan de dimîne û di lingên xwe de bi giranî birîndar dibe ku eger heye heta hetayê kulek bimîne.
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz derbarê bûyerê de amaje kir ku polîsî di îfadeya xwe de qebûl kiriye ku bi qestî li Serkan Karakaş daye.
Polîsî di îfadeya xwe de gotiye dengek hat guhê min û got “lê bide” û min jî lê daye.
Rojhat Dîlsîz bal kêşand ku piştî hewildana parêzeran a bênavber polîs hatiye binçavkirin û derbarê pêvajoya ewlekarî û hiquqî de jî Dîlsîz anî zimên ku bi giranî gav tên avêtin û wan nekariye xwe bigihînin dozgerî jî.
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz amaje kir ku divê polîsê hatiye binçavkirin bi tawana “hewla kuştina bi qestî” were darizandin. Dîlsîz da zanîn ku ew ê şopînerê dozê bin.