Hikûmeta Herêmê nêzîkî 3 milyar Dînar ji bo projeyên xizmetguzarî li Silêmaniyê xerc dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 3 milyar Dînar ji bo projeyên xizmetguzariyê li Parêzgeha Silêmaniyê xerc kirine.
Wezareta Şaredarî û Geştûguzar a Herêma Kurdistanê ragihand, bi armanca cibicîkirina projeyên xizmetguzariyê li Silêmaniyê, Wezaretê tenê di sala 2022an de nêzîkî 3 milyar Dînar xerc kirine.
Diyar kir jî, ev pere ji bo nûjenkirin û dirustkirina rê û kolanan, projeyên ava pak, peydakirina tora kanalîzasyonê, kolandina bîr, kirîna pêwîstiyên park û baxçeyan û warên din ên xizmetguzariyê hatine xerckirin.