Dozgerê Gulistan Doku di qezaya trafîkê de birîndar bû

Trimbêla ku dadwerek, dozgerek û parêzerekî tê de bû, li ser rêya navbera Dêrsim û navçeya wê Xozatê qeza trafîkê kir.

Dêrsim
Dêrsim

Diyarbekir (K24) - Trimbêla ku dadwerek, dozgerek û parêzerekî tê de bû,  li ser rêya navbera Dêrsim û navçeya wê Xozatê qeza trafîkê kir. Di qezayê de hersê jî birîndar bûne û ji bo tedawîyê jî veguhastine Elezîzê.

Li gor agahiyên ku hatine ragihandin, şeva borî di demjimêr 22:00’an de trimbêla ku Dadwerê Cezayên Giran yê Dersîmê Emre Kuçukbaşyol, Dozgerê Komarî yê Dersîmê Ferhat Akıl û Parêzer Arîf Yildiz têde bûn, qeza kiriye û dadwer, dozger û parêzer birîndar bûne.

Piştî qezayê lêkolîn û lêpirsîn destpê kirine û dozgerê ku di qezayê birîndar bûye Ferhat Akil, dozgerê doza Gulîstan Dokû bu ku di 5’ê Çileya 2020’an de winda bûbû û heta niha jî aqûbeta wê nehatiye eşkerekirin.

Li gor agahdariyên dawî, rewşa dadwer, dozger û parezerên ku li ser rêya Dêrsimê qeza kirine ber başiyê ve diçe.

Hêjayî gotinê ye ku heman roj Serdozgerê Komarî yê ku berê serdozgerê dozgeha Diyarbekirê bû Kamîl Erkût Gure jî ji ber krîza dil derbas kiribû, canê xwe ji dest da.