Li Kerkûkê ajotina motorsiklêtan hat qedexekirin
Di meha Remezana pîroz de ajotina motorsiklêtan li cadeyên giştî yên parêzgehê hat qedexekirin.
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Ewlehiya Parêzgeha Kerkûkê ragihand, biryar hat dayîn ku di meha Remezana pîroz de ajotina motorsiklêtan li cadeyên giştî yên parêzgehê were qedexekirin.
Polîsê Parêzgeha Kerkûkê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ji bilî gihandina daxwazan (delivery) biryar hat dayîn, hatûçûna motorsiklêtan bi hemû cûre li nav bajarê Kerkûkê were qedexekirin.
Herwiha eşkere kir ku ev biryar beşek ji cîbicîkirina raspardeyên ewlehiyê ye ji bo parastina parêzgehê.
Hat diyarkirin, her kesê ku berevajî vê biryarê tevbigere, dê cezayên yasayî werbigre.