Fransayê 6 dîplomatên Rûsî dersînor kirin
"Dezgehên îstixbaratê yên Fransayê operasyoneke nepenî ya wan dîplomatan li nav axa Fransayê eşkere kir."
Navenda Nûçeyan (K24) – Fransayê dersînorkirina 6 dîplomatên Rûsî ragihand û diyar kir ku dezgehên îstixbaratê yên Fransayê operasyoneke nepenî ya wan dîplomatan li nav axa Fransayê eşkere kiriye, ku di bin perdeya karê dîplomasiyê de sîxûrî ji bo welatê xwe kirine.
Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ew 6 dîplomatên Rûsyayê di bin navê karê dîplomasiyê de sîxûrî ji bo welatê xwe kirine û karên wan berevajî berjewendiyên niştimanî yên Fransayê bûn, loma ji Fransayê hatine dersînorkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, di 10ê vê mehê de dezgehên îstixbarata Fransayê operasyoneke nepenî ya wan dîplomatan a li nav axa Fransayê eşkere kiriye, lê belê hûrgiliyên operasyonê nehatiye eşkerekirin.
Dersînorkirina 6 dîplomatên Rûsî piştî wê yekê tê, ku Fransayê di 4ê vê mehê de biryar da, 35 dîplomatên Rûsî ji welatê xwe dersînor bike.
Ji bilî Fransayê, Almanya 40, Belçîka 21, Holanda 17, Îrlanda 4 dîplomat û Çekya dîplomatekî Rûsî dersînor kirine, heta niha hejmara dîplomatên ku hatine dersînorkirin, gihîştiye 83 dîplomatan.
Roja 1ê Nîsanê artêşa Ukraynayê bajarê Bucha yê li nêzîkî Kîevê kontrol kirin, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê jî, hejmarek vîdeo hatin belavkirin ku tê de avahiyên bajêr wêran bûne û li bajêr 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin.
Piştî vê yekê pêla şermezarkirin û nerazîbûneke tund a navdewletî li hember wan tawanan dest pê kir û gelek welatan komkujiya xelkê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, şermezar kirin.