Hikûmeta Herêmê li Almanyayê beşdarî civîna lêkolîna rehendên darayî yên DAIŞê dibe
Roja 13ê Nîsana 2022yan li Berlîna paytexta Almanyayê li ser rehendên darayî yên rêxistina DAIŞê, civînek dê were encamdan.
Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civîna lêkolîna li ser rehendên darayî yên rêxistina DAIŞê dibe, ku civîn li Berlîna paytexta Almanyayê birêve diçe.
Roja 13ê Nîsana 2022yan li Berlîna paytexta Almanyayê li ser rehendên darayî yên rêxistina DAIŞê, civînek dê were encamdan. Di civînê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî bo Lêkolîna Tawanên DAIŞê (UNITAD), Nûnerê Tîma Hevahengiya Niştimanî ligel tîma UNITAD (NCC) û Cîgirê Wezîrê Derve yê Almanyayê amade dibin.
Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand: “Piştî ku terorîstên DAIŞê dest danîn ser çend deverên Iraq û Sûriyê, civaka navdewletî dest bi pêngavên xwe kir ji bo hişkkirina çavkaniyên darayî yên DAIŞê.”
Dîndar Zêbarî li ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di navbera salên 2014 û 2020an de gelek lêkolîn kirin li ser çavkaniyên darayî û fînansekirina terorîstên DAIŞê, ku beşeke mezin a pereyan li hember azadkirina kesên revandî bi destê wan diketin. Di vê civînê de hewldanên Hikûmeta Herêmê dê werin pêşkêşkirin û behsa mekanîzmayên danûstandina zanyariyan dê were kirin li ser diyarkirina çavkaniyên dahata DAIŞê.”
Zêbarî li ser çavkaniyên darayî yên DAIŞê jî eşkere kir: “DAIŞ bi şêwazên cuda cuda dahatan bi dest dixe, ji wan: bi qaçaxbirin û firotina petrolê, şûnwar, sepandina bac û gumrig bi ser welatiyan de, berdana kesên dîl li hember pereyan, çavkaniyên dahata navxwe ya wan cihên ku di bin destê wan de bûn, destdanîna ser bankayan, lê belê piştî nemana desthilata wan bi ser bajaran de, hemû wan çavkaniyan ji dest dane.”