Putin: Kiryarên me yên serbazî li Ukraynayê armancên xwe pêk tînin

"Ti gumanek tune ye ku Rûsya armanc û merama xwe ya li Ukraynayê ya ku ji bo wê dixebite, pêk tîne.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibêje, kiryarên wan ên serbazî yên li Ukraynayê armancên wan pêk tînin.

Vladimir Putin tevî Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko serdana devera Vostochny Cosmodrome a li rojhilatê Rûsyayê kir bi mebesta beşdarbûna di ahenga roja fezaya Rûsyayê de û got: “Ti gumanek tune ye ku Rûsya armanc û merama xwe ya li Ukraynayê ya ku ji bo wê dixebite, pêk tîne.”

Li gor ajansa nûçeyan a Rûsyayê, Putin di merasîma dabeşkirina xelatan de li devera Vostochny Cosmodrome, diyar kiriye: “Ji bilî encamdana operasyonên serbazî bo parastina Rûsyayê, ti bijardeyeke din a Moskowê nebûye û ti rêyek jî tune bûye ji bo rûbirûbûna neyarên Rûsyayê li Ukraynayê.”

Putin li ser helmeta serbazî ya welatê xwe ya li Ukraynayê gotiye: “Armancên me zelal in û bi temamî jî pak û rewa ne.”

Herwiha eşkere kiriye: “Armanca sereke ya kiryarên serbazî yên Rûsyayê li Ukraynayê, ji bo rizgarkirina xelkê devera Donbas bû li rojhilatê Ukraynayê.”

Serokê Rûsyayê destnîşan kiriye: “Em li aliyekî alîkariya xelkê dikin û wan rizgar dikin, li aliyê din jî ji bo garantîkirina asayîşa Rûsyayê dixebitin. Zelal û eşkere ye ku ti bijaredeyeke me ya din tunebû û biryara ku me da, biryareke rast û dirust bû.”