Rêjeya ava bendavên Herêma Kurdistanê daketiye

Di dema daketina asta ava bendavên Herêma Kurdistanê de, hikûmetê planeke stratejîk amade kir ku rê li ber windabûna avê bigire.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Bendavan Rehman Xanî ji K24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê 3 bendav hene ku pêwîstiya avê ya tevahiya Iraqê dabîn dikin û ava van bendavan jî kêm bûye.

Rehman Xanî got, “Çavkaniya bendavên biçûk ên Herêma Kurdistanê çemên demsalî ne. Di demsalên Zivistan û Buharê de tê dagirtin, di demsala Havîn û Payîzê de jî tê bikaranîn.”

Xanî da zanîn, par ji ber nebarîna baranê wan nekarîn avê di bendavên Herêma Kurdistanê de kom bikin û got, rêjeya dagirtina bendava Dukanê %41, bendava Derbendîxanê %50 û bendava Duhokê %40 bû.

Hate diyarkirin ku berhevkirina ava bendavan li gorî sala borî îsal di asteke baştir de ye, lê daneyên berdest hîn jî nîşana hişkesaliyê didin.

Rêveberê Giştî yê Av û Kanalîzasyona Herêma Kurdistanê û Endamê Encûmena Bilind a rûbirûbûna Hişkesaliyê Arî Ehmed ji K24ê re ragihand, di Encûmena Wezîran de çend projeyên girîng ên girêdayî avê hatine pesendkirin.

Arî Ehmed got jî: Proje bi taybetî bi Hewlêr û derdora wê ve girêdayî ne, ji ber ku li Hewlêr pirsgirêkên zêdetir ên avê hene. Biryar hat dayîn ku bi budceya 7 milyar û 600 milyon Dolarî, 138 bîrên avê bên kolandin. Herwiha ji bo veguhestina avê bi tankeran jî 12 milyar Dînar hatin terxankirin. Li Hewlêrê 600 milyon Dînar ji bo birêkxistina ava îfrazê yên bi 1, 2 û 3 hatin terxankirin, 5 milyar Dînar bûdce ji bo kirîna kelûpel û pêwîstiyan hat terxankirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana ji bo çêkirina 240 bendavan daniye. Kar li 19 bendavan ji wan tê kirin û budçe ji bo hatiye veqetandin. Niha li Herêma Kurdistanê 17 bendav hene ku karîna wan a komkirina 10 milyar metrosêcar hene.