Encûmena Wezîran naveroka serdana şanda Herêmê bo Bexdayê gotûbêj dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û çend pirsên girîng gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane encam dide.
Di beşa yekem a civînê de, dê kurteya serdana şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtina wê li gel Wezîrê Petrola Iraqa federal were pêşkêşkirin.
Di beşa duyemîn a civînê de, dê gotûbêj li ser nirxandina mekanîzmeya kar a di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi arasteya başkirina berpirsyartiyê, baştir birêvebirina karan û cibicîkirina biryarên Encûmena Wezîran ve were kirin.
Di beşa sêyemîn a civînê de, reşnivîsa (Peyrewa Navxwe ya Bazirganî û Tomarnameya Barzganiyê li Herêma Kurdistanê ) û reşnivîsa projeya yasaya nû ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzar li Herêma Kurdistanê tê pêşkêşkirin, ji bo dengdan li ser were kirin.
Di beşa dawiyê de jî, pêşniyarên Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê tên pêşkêşkirin, bi taybet rakirina baca gumrikê li ser ajelên hawerdekirî di meha Remezanê ya pîroz de, ji ber sedema bilindbûna nirxê goştê sor li bazarên Herêmê.