"Kinder" li Herêma Kurdistanê hat qedexekirin

Biryar hat dayîn ku hemû berhemên Kinder bo welatê berhemhêner werin vegerandin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo berjewendiya giştî û asayîşa xurekê û silametiya welatiyan, berhemên Kinder, ku li welatê Belçîkayê têne çêkirin, hatin qedexekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hat eşkerekirin, berhemên cûreya Kinder Surprise MAX ku li welatê Belçîkayê hatine berhemanîn, gotegotên pîsbûna wê belav bûye, loma biryar hat dayîn ku hemû berhemên Kinder bo welatê berhemhêner werin vegerandin.

Li gor daxuyaniyê, ku îmzeya Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî li ser e, hatiye diyarkirin, hawirdekirina van berheman bo nava Herêma Kurdistanê li xalên sînorî û firokexaneyan tê qedexekirin, heta ku ev mijar li welatên pêwendîdar were çareserkirin.

Herwiha eşkere kiriye, divê karvedana bilez were encamdan bi rêya tîmên tendirustiyê û Rêveberiya Xweparêzî û Parastina Tendirustiyê ji bo cîbicîkirina biryarê.