Encûmena Wezîran: Em dakokiyê li mafên xwe yên destûrî dikin

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêmê berdewam dibe di gotûbêja ligel Hikûmeta Federal a Iraqê de dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêmê berdewam dibe di gotûbêja ligel Hikûmeta Federal a Iraqê de û tekezî li dakokîkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.

Îro çarşemê 13ê Nîsana 2022yan bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr kurteyek li ser serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Yûnanistan û beşdarbûna Korbenda Aborî ya Delphi û hevdîtinên ligel rayedarên bilind ên Yûnanistanê pêşkêş kir. Herwiha destnîşan kir ku hikûmeta Yûnanistanê amadebûna xwe nîşan da ji bo hevahengiya ligel Herêma Kurdisyanê di warên cuda de, bi taybetî jî di warê geştyarî û veberhênanê de û got: “Biryar e şandeke bilind a Yûnanistanê, bi mebesta pêşvebirina pêwendiyan serdana Herêma Kurdistanê bike.”

Di beşeke din a civînê de Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Danûstandina ligel Hikûmeta Federal Xalid Şiwanî behsa serdana vê hefteyê ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û civîna ligel Wezareta Petrolê ya Federal kir.

Encûmena Wezîran tekezî li ser maf û desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê û dakokîkirina wan mafan di çarçoveya destûra Iraqê de kir. Ji vê hêlê ve jî, Hikûmeta Herêmê berdewam dibe di gotûbêj û danûstandina ligel Hikûmeta Federal de bi arasteya gihîştina rêkeftinê li ser dosyeya petrol û gazê ku berjewendiya giştî ya hemû aliyan bihewîne, civîn û gotûbêj heta niha berdewam in û rêkeftina dawî nehatiye encamdan. Di heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareseriya bingehîn a vê mijarê di derxistina yasaya petrol û gazê ya federal de dibîne weke di destûrê de hatiye û Hikûmeta Herêmê pabendbûna xwe li hember kompaniyên petrolê car din tîne ziman heta gihîştina rêkeftina dawî li gor destûrê, ku mafên hemû aliyan tê de parastî bin.

Di beşeke din a civînê de Encûmena Wezîran biryar da li ser pesendkirina "projeya yasaya nû ya Wezareta Bajarvanî û Geşûguzariyê ya Herêma Kurdistanê" ku ji aliyê Wezîrê Bajarvanî û Geşûguzariyê Sasan Ewnî ve hat pêşkêşkirin, mebesta vê yasaya nû ew e ku wezaret bikare bersiva pêşketin û berfirehbûna bajar û bajarokên Herêmê bide û di asta daxwaz û pêwîstiyên welatiyan de be.

Piştre Encûmena Wezîran pêşniyara Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî pesend kir, ku pêşniyar kiribû bac û gumrig di meha pîroz a Remezanê de ji ser ajalên hawirdekirî were rakirin ji ber bilindbûna buhayê goştê sor li bazarên Herêmê.