Rûsya: Em ê li Kîevê êrîş bikin ser baregehên serkirdetiya Ukraynayê

Artêşa Rûsyayê gefa bombebarankirina baregehên serkirdetiya Ukraynayê ya li Kîevê dixwe.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Rûsyayê gefa bombebarankirina baregehên serkirdetiya Ukraynayê ya li Kîevê dixwe, eger Kîev êrîşên xwe yên li bajarên Rûsyayê bidomîne.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand: “Em hewl û êrîşên Ukraynayê bo ser axa Rûsyayê dibînin, eger wisa bidome, artêşa Rûsyayê dê baregehên serkirdetiya Ukraynayê yên li Kîevê bombebaran bike.”

Îgor Konaşenkov destnîşan kir: “Heta niha me xwe ji êrîşên bi vî rengî parastiye.”

Demek e artêşa Ukraynayê bi dron, mûşek û helîkopteran êrîş dike ser saziyên serbazî yên Rûsyayê, ev jî bûye sedema nîgeranbûna Moskowê.