Ukrayna: Bila Tirkiye di nav Komîsyona li Dijî Rûsyayê de cih bigre
Balyozê Ukrayna li Enqerê: Divê civaka navdewletî ji bo lêkolînkirina tawanên şer yên Rûsya bi hev re kar bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Ukrayna li Enqerê dixwaz dike Tirkiye jî di nav Komîsyona li Dijî Rûsyayê de cih bigre.
Balyozê Ukrayna li Enqerê Vasîl Bodnar beşdarî Panêlek li ser rewşa Ukrayna bû got, piştevaniya siyasî ya Tirkiyê bo Ukrayna erênî ye û ev helwest di demên pêş de bo sizadana Rûsyayê girîng e.
Bodnar got, divê civaka navdewletî ji bo lêkolînkirina tawanên şer yên Rûsya bi hev re kar bike û ew dixwazin Tirkiye jî di vê komîsyonê de cih bigre.
Da zanîn, ew hewlên navbênkariyê yên Tirkiyê baş dibînin, lê komkijiyên Bucha nîşan didin ku daxwaz û kiryarên Rûsyayê cuda ne.
Operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê îro Pêncşemê derbasî roja xwe ya 50emîn bû. Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di gotarekê de bo Parlamentoya Estonyayê eşkere kir, heta niha Rûsyayê çendîn cûre bombe û mûşekan li dijî Ukrayniyan bi kar anîne û bi taybetî çekên qedexekirî, di nav wan de jî bombeya fosforê.
Herwiha Zelensky got: “Armanca Rûsyayê tirsandin û bêhêvîkirina Ukrayniyan e, hewl dide nifşeke Ukraynî ji nav bibe.”