Serok Barzanî: Tawana Enfalê, yek ji nemirovanetirîn û tarîktirîn qonaxên dewleta Iraqê ye
Serok Mesûd Barzanî: Pêwîst e û erkê Hikûmeta Iraqê ye, qerebûya vê tawana mezin a li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin, bike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera 34emîn a tawana Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Pêwîst e û erkê Hikûmeta Iraqê ye, qerebûya vê tawana mezin a li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin, bike.”
Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Nîsana 2022an di di salvegera 34emîn a tawana Enfalê de peyamek li hejmara xwe ya li Twitterê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Tawana Enfalê, yek ji nemirovanetirîn û tarîktirîn qonaxên dewleta Iraq di sedeya borî de ye ku armanc jê ew bû gelê Kurdistanê tune bike.”
Serok Barzanî di peyama xwe de got jî: “Pêwîst e û erkê Hikûmeta Iraqê ye, qerebûya vê tawana mezin a li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin, bike.”
The genocidal Anfal campaign is one of the most inhumane episodes of Iraq’s history during the last century. It is imperative and it is a matter of moral responsibility for the Iraqi state to begin the process of reparations to the families of the victims of this heinous crime.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 14, 2022