NY: Ji ber şerê Ukraynayê zêdetirî milyarek mirov dê tûşî birçîtiyê bibin

Tîmeke meydanî ya Neteweyên Yekbûyî hişyariyê li ser metirsiyên şerê Ukraynayê dide, ku aboriya hejmarek welatan wêran dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmeke meydanî ya Neteweyên Yekbûyî hişyariyê li ser metirsiyên şerê Ukraynayê dide, ku aboriya hejmarek welatan wêran dike.

Tîma Neteweyên Yekbûyî eşkere kir, buhayê xurek dê li piraniya welatên cîhanê bilind bibe, qeyrana darayî jî li cîhanê belav bibe.

Li aliyê din, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî diyar kir, şerê Ukraynayê dê bibe sedema derketina qeyrana xurekê li piraniya welatên hejar, bi taybetî jî li wan deverên ku ji ber vîrusa Koronayê û guherîna keş û hewayê tûşî hejariyê bûne.

Li ser vê mijarê Serokê Kongreya NY bo Karûbarên Bazirganî ragihand, 107 welat ji ber şerê Ukraynayê û vîrusa Koronayê û guherîna keş û hewayê tûşî hejariyê dibin.

Li gor raporteke Neteweyên Yekbûyî, Rûsya û Ukrayna bi rêjeya %30 genim û cehên cîhanê dabîn dikin, ji bilî berhemên rûn.

Rûsya ji bo cîhanê weke çavkaniya herî mezin a gaza sirûştî tê dîtin û duyem çavkaniya herî mezin a petrolê ye, piştî derketina şerê Ukraynayê nirxê xurekê li cîhanê bi rêjeya %30 bilind bûye.