Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Perwerdehî yê Iraqê kir

Li ser proseya xwendin û perwerdeyê gotûbêj kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêncşemê 14ê Nîsana 2022yan pêşwazî li Wezîrê Perwerde yê Iraqê Elî Hemîd El Dilêmî kir.

Di civînê de li ser proseya xwendin û perwerdeyê li Iraqê û girîngiya pêşvebirina hevahengî û alîkariya navbera Wezareta Perwerdehiyê ya Federal û Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.