Moskow hişyariyê dide

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê îro înê 15ê Nîsana 2022yan ragihand, weke bersivek li dijî êrîşên ser axa Rûsyayê, ew ê bi tundî Kîevê mûşekbaran bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê îro înê 15ê Nîsana 2022yan ragihand, weke bersivek li dijî êrîşên ser axa Rûsyayê, ew ê bi tundî Kîevê mûşekbaran bikin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevanî ya Rûsyayê de hatiye diyarkirin: “Em ê hejmar û qebareyên êrîşên mûşekî yên bi ser Kîevê de zêde bikin, ev jî ji bo bersivdana wan êrîşên terorîstî û têkder ku ji aliyê rejîma nasyonalîst a Kîevê ve têne encamdan.”

Herwiha destnîşan kir ku hefteya borî Rûsyayê li keştiyeke şer, bi mûşekeke dûravêj li kargeheke serbazî ya Ukraynayê daye, ku li derbeyî Kîevê ye.

Li aliyê din, Rayedarekî bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, piştî teqîna keştiya mûşekavêj a "Moskowê", Rûsyayê keştiyên xwe yên li bakurê Deryaya Reş yên li qeraxên Ukraynayê dûr xistin û bo başûrê deryayê vekişandine.