Rûsya gefê li Swêd û Fînlandayê dixwe

Wezareta Derve ya Rûsyayê hişyarî dide Fînlanda û Swêdê, ku eger tevlî NATOyê bibe, cezayên mezin bi ser wan û seqamgîriya Ewropayê de dibe.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê hişyarî dide Fînlanda û Swêdê, ku eger tevlî NATOyê bibe, cezayên mezin bi ser wan û seqamgîriya Ewropayê de dibe.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyaniyek belav kir û ragihand, divê Fînlanda û Swêdê ji wan sizayan fêm bikin.

Mariya Zaxarova diyar kir, ev pêngavên Stokholm û Helsinki dê bandorê li ser seqamgîrî û asayîşa Ewropayê bike.

Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û zêdetirî 50 roj in şer û pevçûna di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.

Operasyona serbazî ya Rûsyayê li axa Ukraynayê karvedaneke navdewletî li pey xwe anî û hejmarek welatan sizayên aborî û darayî yên giran bi ser Moskowê de sepandin.