Jûra Tabîban a Diyarbekirê kongreya xwe li dar dixe
Kongre bi beşdariya endam û rêvebirê jûra Tabîban, nûner û rêvebirên saziyên sivîl û partiyên siyasî di 16’ê Nîsanê de, li salona kongreyan a Tahîr Elçî destpê kir.
Diyarbekir (K24) - Jûra Tabîban a Diyarbekirê di 16 û 17’ê Nîsanê de, kongreya xwe asayî ya bajêr lidar dixe.
Kongre bi beşdariya endam û rêvebirê jûra Tabîban, nûner û rêvebirên saziyên sivîl û partiyên siyasî di 16’ê Nîsanê de, li salona kongreyan a Tahîr Elçî destpê kir. Di roja yekem a civîna kongreyê de, rêvebiriya ku li ser kar e, behsa polîtîkayên pîşeyî û civakî yên ku Jûra Tabîban a Diyarbekirê meşandiye, kir.
Seroka Jûra Tabîban a Diyarbekirê Elîf Turan bal kişand ku pandemî û qeyrana aborî di serî de, serdemeke ku herî zêde tada li tenduristkaran hatiye kirin derbas kirine. Lê di vê pêvajoyê de jî, li gor pîvanên zanistî bi berdewamî têkoşîna parastina mafên tenduristiyê û nirxên mirovî dane.
Elîf Turan diyar kir, tenduristkar ligel ku mafên wan yên pîşeyî tên binpêkirin, bi fedekarî xizmetên xwe didomînin û gelek caran jî şertên giran ku di navbera 2-3 salên dawî de peyda bûne, bûne sedem ku gelek hevkarên wan canê xwe jidest bidin, dest ji karê xwe ber bidin yan jî terka Tirkiyê bikin.
Kongreya asayî ya Jûra Tabîban a Diyarbekirê dê bi nirxandina pêvajoyê û hilbijartina rêvebiriya nû di 17’ê Nîsanê de bi dawî were.