Wezîrê Ewqafê: Hêvîdar in cejna Qiyamê bibe sedema pêşketina giyanê xweşewîstiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî peyameke pîrozbahiyê arasteyî kirîstiyanên Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û tê de hat, “Hêvîdar in cejna Qiyamê bibe sedema pêşketina tebayî, giyanê xweşewistiyê û lêborînê di navber hemû pêkhateyên Kurdistanê de.
Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî piştîwan Sadiq de hat, “Bi boneya hatina cejna Qiyamê ya Hezretî Mesîh silavên Xwedê lê, ciwantirîn pîrozbahî arasteyî xwişk û birayên Kirîstiyanî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin.“
Di peyamê de hat gotin: “Hêvîdar in cejna Qiyamê, bibe sedema pêşvebirina tebayî, giyanê xweşewîstî û lêborînê di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistan û Iraqê de. Xwedêyê mezin vê cejnê bi xweşî vegerîne û demên cejnê ligel ezîz û malbatên xwe di xweş û şadiyê de derbas bikin.”