Zelensky hişyariyê dide Mosko: Kuştina leşkerên Ukraynî li Mariupolê dê danûstandinan bi dawî bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky hişyarî da, tasfiyekirina leşkerên Ukraynayê li bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî, dê danûstandinên bi Moskoyê re bi dawî bike.
Zelensky di hevpeyvîna xwe ya bi malpera nûçeyan a Ukranska “Pravda” re duhî ragihand, “Tasfiyekirina leşkerên me li Mariupolê, dê danûstandinên aştiyê bi dawî bike.”
Ev yek di demekê de ye, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, wê tevahiya bajarê Mariupolê ji hêzên Ukraynayê paqij kiriye û got, tenê çend leşker li kargeha pola “Azovstal” mane û şer û pevçûn di navbera wan de rû didin.
Got jî: “Derfeta tekane ya rizgarkirina wan ew e ku ew çekên xwe deynin û xwe radest bikin.
Li ser daxuyaniya Wezareta Rûsyayê ku heta niha hezar û 464 leşkerên Ukraynayê xwe radest kirine, heta niha ji Kîevê tu bertek nehatiye nîşandan.