43 koçberên neyasayî li parêzgeha Silêmaniyê hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, 43 koçberên neyasayî ku di parêzgeha Silêmaniyê re derbasî nava xaka Iraqê bûn, hatin desteserkirin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê di daxuyaniyekê de ragihand, ajansa Hewalgirî û Lêkolanan a Federalî di Wezareta Navxwe de karî 43 koçberên welatên Asayayê desteser bikin ku bi awayekî neyasayî ji welatekî cîran ve derbasî parêzgeha Silêmaniyê bûbûn û ji wir ve jî hewl dan derbasî Iraqê bibin.

Diyar kir jî, piştî desteserkirina wan koçberên neyasayî, rêkarên yasayî li gor madeya 24 ya niştecihbûnê li hember wan hatin girtin.