Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê de 205 zarok hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Ukraynayê îro Duşemê piştrast kir, ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê di 24ê Sibatê de û heta niha 205 zarok li Ukraynayê hatine kuştin.

Nivîsgeha Serdozgerê Giştî yê Ukraynayê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber bombebarana artêşa Rûsyayê, zêdeyî 1018 dibistanan zirar dîtine û 95 ji wan bi temamî hatine rûxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji 24ê Sibatê ve Rûsyayê dest bi êrîşên xwe kiriye û heta niha 205 zarok hatine kuştin û 362 zarok jî birîndar bûne.

Diyar kir ku hejmara herî mezin a qurbaniyên zarok li herêma Donetsk hatiye tomarkirin (117 zarok).

Şaredarê Lviv Andrey Sadoviy ragihand, îro danê sibê hêzên Rûsyayê 5 êrîşên mûşekî li ser bajêr hatine kirin.

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Mikhail Podolyak li ser hejmara xwe yê Twitterê ragihand, 5 êrîşên mûşekî yên bihêz li ser binesaziya sivîl a Lviv hatin kirin.