ÎHD a Diyarbekirê daxwaza rawestandina êşkence û binpêkirinên mafên mirovî dike

Diyarbekir (K24) – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê, bi hevkarî û piştgiriya saziyên sivîl li ber Edliya Diyarbekirê bal kişand ku li Tirkiyê û girtîgehên Tirkiyê mafên welatiyan yên ku bi destûrên nevxweyî û navetweyî hatine garantîkirin jî tên binpêkirin û bang û daxwaz ji rayedarên Tirkyê hat kirin ku destûrên heyî cibicîh bikin û mafên welatiyan li gor zagon û qanûnan biparêzin.
Endamê Rêvebiriya ÎHD a Diyarbekirê Yakûp Guven bal kişand ku êşkence hem bi destûrên ku li Tirkiyê ne hem jî di peymanên nanvneteweyî yên ku Tirkiye jî alî ye ve qedexe ye, lê li girtîgehên Tirkiyê êşkence berdewam dikin û bersûcên êşkenceyan jî tên parastin û nayên cezakirin.
Yakûp Guven daxuyand ku li gor raporên ku ÎHD, Baro û saziyên mafên mirovî amade kirine, li Tirkiyê welatî xwe di ewlehiya hiqûqî de nabînin û bi êşkenceyan re rûqal dimînin. Bi taybet jî di girtîgehan de, girtî bi muameleyên kêfî û êşkenceyên giran re rûbirû dimînin.
Di daxuyaniyê de bang û daxwaz hat kirin ku rayedarên Tirkiyê, li gor destûrên heyî û peymanên navneteweyî binpekirinên mafên mirovî bidin rawestandin û tawanbarên wan sûcan jî bi rêya hiqûqî bidin cezakirin.