Cîgirê Serokê Parlamentoyê: Em ji NY daxwaz dikin ku çavdêriya hilbijartinan bike
Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwazî li Berpirsê Neteweyên Yekbûyî yê li Herêma Kurdistanê kir.
Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî pêşwazî li Berpirsê Neteweyên Yekbûyî yê li Herêma Kurdistanê kir û di hevdîtinê de geşedanên herî dawî û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê Hêmin Hewramî bi girîngî behsa encamdana hilbijartinan kir ji bo xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê li gor dema yasayî ya diyarkir, herwiha ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku hevkar û piştevan û çavdêrê proseya birêveçûna hilbijartineke şefaf û serkeftî bin.
Hêmin Hewramî destnîşan kir, divê maf û nûnertiyên pêkhateyan werin parastin û fraksiyonên wan û saziyên partî, siyasî, olî, civaka sivîl û kesayetên wan ên akademîk ew bi xwe biryar bidin ku şêweza nûnertiya wan divê çawa be û nabe ti aliyek îradeya xwe bi ser wan de zal bike.