Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Brîtanyayê dicive
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Londonê ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û rayedarên payebilind ên wî welatî dicive.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Londonê ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û rayedarên payebilind ên wî welatî dicive.
Îro duşemê 18ê Nîsana 2022yan Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmetê û bi serdaneke fermî, gihîşte Londona paytexta Brîtanyayê û ligel Serokwezîr Boris Johnson û rayedarên payebilind ên Brîtanyayê dicive.
Hat ragihandin ku di civînê de dê li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanya û guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêjan bikin.